ALMANYA: DIVÊ ÎQAMA SÛRIYÊN KU SERDANA WELATÊ XWE DIKIN, WERE KIŞANDIN

Almanya dixwaze îqama penaberên Sûriyê yên ku piştî şer reviyane û serdana welatê xwe dikin û di heman demê de dibêjin şer li welat heye, vekişîne.

 

Wezîrê karên hundirîn a Almanyayê Horst Seehofer ji rojnameya Bild am Sonntag a Almanyayê re diyar kir ku kesên piştî şer bi berdewamî serdana welatê xwe dikin, nabe îdîa bikin ku ew tengav dibin, lewma divê destûra penaberiyê ji van kesan hildin.

Wezîrê Almanî ji ber penaberên Sûriyê yên li Almanyayê piştî şerê li welêt, serdana welatê xwe dikin, pêşniyara derkirina van kesan kir.

Di vê derbarê de siyasetmedaran tekez kir ku heke Buroya Yekitiya Koçber û Penaberan bizanibe xwedî îqame serdana welatê xwe dike, dê yekser destûra rûniştinê vekişîne û dest bi bergiriyên derkirinê bike.

Her wiha diyar kir ku desthilat rewşa Sûriyê dişopîne û heke rewş guncaw be, dê Almanya îqama wan bikişîne.

Hêjayî gotinê ye ku di salên dawîn de 780 hezar sûrî li Almanyayê bi cih bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button