SERDANA OFÎSA PARLEMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ YA SILÊMANIYÊ KIRIN

Çalakvan û xizmên kesên li herêmên di bin serweriya PDK’ê de hatine binçavkirin serdana Ofîsa Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Silêmaniyê kirin. Di serdanê de ji ber girtin û binçavkirinên ji aliyê PDK’ê ve daxwaznameyek hat pêşkêşkirin.

 

Çalakvan û xizmên kesên ku li Dihok û Hewlerê hatine binçavkirin serdana Ofîsa Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Silêmaniyê kirin.

Di serdanê de ji ber girtin û binçavkirinên ji aliyê PDK’ê ve daxwaznameyek pêşkêş kirin.

Piştî hevdîtinê li ser navê çalakvan û xizmên kesên hatine binçavkirin Nizar Mihemed daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

Her roj bi hincetên vala rê li pêşiya ciwanên me tê girtin û tên cezakirin.

Ev yek jî dide xuyakirin ku hin alî hene dixwazin şerê navxweyî carek din li herêmên me dubare bibe.

Li Hewlêrê Rahîn Yasîn, Birhan Hesen û Dilşad Cebarî hatin binçavkirin.

Rahîn Yasîn rastî êşkenceyê hat, Ji 26’ê Tîrmehê ve jî çarenûsa Burhan û Dilşad nediyare.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin:

Şêniyên herêma Başûrê Kurdistanê rê nadin ku cudahî bikeve navbera bajar û navçeyan de.

Çarenûsa kesên hatine revandin demildest eşkere bibe û werin berdan.

Nabe bi hincetên cezakirinên siyasî rê li pêşiya hatinûçûna di navbera bajarên Kurdistanê de were girtin.

Piştre Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû yê Herêma Başûrê Kurdistanê Mam Burhan axivî û got;

Di van demên dawî de binçavkirina ciwanan zêde bûye.

Lewma erka me ye bi rêya komîteya mafê mirovan û komîteyên din em vê mijarê bişopînin û çarenûsa wan diyar bikin.

Ji 21’ê Tîrmehê ve nûçegihanê Rojnewsê Zuber Biradostî jî ji aliyêPDK’ê ve hatiye binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button