Ciwanên Mexmûrê bi meşekî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Ciwanên Mexmûrê bi meşek meşaleyî Komploya 15′ Sibatê şermezar kirin..
Ciwanan bang li tevahî gelê azadîxwaz kirin ku dem dema fîzîkî azad kirina Rêber Apo ye.

Meş bi amadebûna ciwanan li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir..

Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Di heman demê de pankarta li ser ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ hatin bilind kirin.

Li vir daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û hat gotin :

“Bi hevkarî û polîtikaya qirêj di 15’ê Sibata 1999’an de bi awayek bê hiquqî Rêber Apo dîlgirtin.

Lê Rêber Apo bi têkoşîna xwe armanca van hêzên komploger vala derxist.”

Daxuyanî bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.

Back to top button