Li Bakurê Kurdistan jimara qûrbaniyan gihîşt 31 hezr 643 kesî

Jimara qurbaniyên erdhejê yê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gihîşt 31 hezar 643 kesan.

Erdhêja Mereşê ku navenda wê Kurdistan bû, 8 roj di ser re derbas bû.

Em ketina roja nehan lê her ku dem derbas dibe bîlançoya erdhejê girantir dibe.

Rayedarên Tirkiyê derbarê rewşa dawî a herdhejê daxuyanî dan.

Li gorî bîlançoya rayedarên Tirkiyê heta niha 31 hezar 643 kes di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Nezî 14 mîlyon welatî ji erdhejê bandorbûne.

Zêdetirî 150 hezar kes jî ji heremên erdhejê koçber bûne.

Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan jî xesara aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e

Di 10 bajarên ku erdhejê lê dayîn de, gel hesab ji desthilatê dixwaze û dibêjin ‘Ne depremê, dewletê me kuşt’.

Back to top button