2 Deriyên sînor yên Sûriyê bo alîkariyê tên vekirin

Li bakur-rojavayê Sûriyê, erdheja wêranker rewşa jiyanî zehmet kir.
Ji bo gihandina alîkariyên mirovî wê 2 deriyên din ên sînor bên vekirin.
Serokê hikumeta Şamê Esed daxwaza alîkariya navdewletî kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed ji bo mexdûrên erdheja wî welatî banga piştevaniya navdewletî kiriye.

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres doh got:

Li ser banga Sûrîyê wê alîkarîya ji bo wî welatî zêde bibe û zûtir bigihêje devera karesatê.

Di 6’ê Sibatê de du erdhejên dijwar ku navenda wê Mereş bûn, li 10 bajarên bakurê Kurdistanê bûn sedema ziyanek mezin a canî û madî.

Erdheja ku li sînorê welat li bakur-rojavayê Sûriyê jî bibandor bû.

Li herêmên ku şerê navxweyî diqewime û di bin kontrola çeteyên dewleta Tirkiyê de ye, rewşa mirovî zehmet bû.

Ji ber ku tenê deriyek li ser sînorê Sûriyê vekirî ye, alîkariyên navneteweyî dikarin pir bi sînor bigihin wî welatî.

Guterres teqez kir ku di çarçoveya lihevkirina bi rêveberiya Şamê re ji bo gihandina alîkariyê xebatek bilez pêwiste.

Li gorî peymanê wê deriyên sînor ên Bab El-Selam (Öncüpınar) û Er-Rai (Ceylanpınar) ên li ser sînorê Tirkiyê jî bên vekirin.

Niha tenê deriyê sînor ê vekirî ku alîkarî têre derbas dibe, ew jî yê Cilveguzu ye.

Deriyên nû wê 90 rojan vekirî bimênin

Guterres beriya civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê ya NY ya derbarê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê de got,

Sînorên mijara gotinê wê di destpêkê de sê mehan vekirî bimînin.

Çavkaniyên ji NY ragihandin ku di dema hevdîtina Esed ya li gel Kordînatorê Rewşa Lezgîn a NY Martin Griffiths razî bû 2 deriyên din bêne vekirin.

Esed di hevdîtina xwe ya bi Griffiths re teqezî li ser “giringiya hewldanên navdewletî ji bo sererastkirina kavilên li Sûriyê.”

Piştî civînê di daxuyaniya Serokatiya hikumeta Şamê de hat gotin, Esed ji bo avakirina welatê xwe hêviya alîkariya navdewletî dike.

Griffiths serdana bajarê Helebê bêtirî 200 hezar kes lê bê mal mane kir û bi Wezîrê Derve yê Hikumeta Şamê Feysel Mîkdad re jî civiya.

Griffiths ji rojnamevanên herêmê re jî diyar kir ku NY wê di rojên pêş de ji bo mexdûrên karesatê yên li Sûriye û Tirkiyê banga alîkariyê bike.

Back to top button