Hêzên Rizgariya Efrînê bê navber li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî çalakiyan pêk tîne.
Hêzên rizgariyê ragihand ku wan li Efrîn, Ezaz û Marê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêze çalakî li dar xistin, di encamê de 7 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên li Efrîn, Ezaz û Marê ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Hêzên Rizgariyê de ev agahî hate parvekirin:
17’ê Tebaxê hêzên rizgariyê li dijî bendekî Kontrolê yê koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam a li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dar xistin.
Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Navên hinek çeteyên kuştî û birîndar wiha ne:
Hisên Ebû Ebdo ji herema Qelemûn a Şamê ye.
Xalid Ebû Mihemmed ji bajarê Helebê ye.
Bekir Ebû Muqdad
Xalid Ebû Cûd
Û Elî Ebû Muhemed.
Heman rojê hêzên rizgariyê li dijî komeke ji çeteyên
El Cebha el-Şamiyê li derdora bajarê Mareyê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
17’ê Tebaxê şervanên me bi çalakiyeke sabotajê wesayîteke leşkerî ya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Ezazê kirin hedef, wesayîta çeteyan hat rûxandin, çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.