Tîma Taywanê kar kir, nav bû yê AFAD’ê

Erdheja li bakurê Kurdistanê ji aliyê cîhanê ve bi baldarî dihat temaşekirin.
Ji bêtirî 60 welatî alîkarî û tîmên alîkariyê bo lêgerîn û xelaskirina kesan hatin şandin.
Endamên tîmên rizgariyê yên vegeriyayî gotin, Me nexwest bibin şirîkê kuştina mirovan.
Çapemeniya Almanya jî ragihand ku rejîma AKP’ê alîkariya ku welatên cîhanê şandî, bi navê xwe belav dike.

Dema tîmeke Taywanê piştî saetan dighêjin ber xelaskirina kesekî, tîmên AFAD’ê tên cihê bûyerê û tîma Taywanê ji herêmê dûr dixin.

Piştî rizgarkirina wî kesî, wekî serketineke bo AFAD’ê tê nîşandan.

Di çapemeniya cîhanê de jî ev nûçe bi navê” hemû kar ekîba Taywanê kir, lê nav ji bo tîmên Tirkiyê hate nîşandan” hat belavkirin.

Di bin kavilande mirov, li jora wan bazarên AKP’ê

Ev 9 roj, çav li alîkarî û xelasiyê ne.

Rejîma deshilat li ser van kavilan bazarên xwe yên qirêj dimeşîne.

Li cihê xelaskirin û rizgarkirinê, rejîma AKP-MHP’ê li pey hesabê serketina hilbijartinê ye.

Tîmên rizgariyê yên welatên cîhanê ku ji bo alîkariyê li cihê erdhejê bûn, dema ev rastî dîtin matmayî man.

Ji ber metirsiya ewlekariyê komên biyanî ji Tirkiyê derdikevin

Tevî ku piştî erdhejê nêzî 10 hezar personel ji welatên Cîhanê çûn Tirkîyê, di van rojên dawî de hin welatan ji ber fikarên ewlekariyê komên xwe paşde dikişînin.

Tîmên biyanî tevî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê alîkariya bijîşkî û yên din pêşkêş dikin.

Îsraîl, Almanya, Spanya, Yewnanîstan û Swîsre vegeriyan welatên xwe.

Lê ew ne ji xwe ve vegeriyan, çimkî rastî bi çavên xwe dîtin û vê jî hişt bi lez biryara vegerê bide.

“Em nabin hevparê kuştina mirovan”

Tîmên gihiştin welatên xwe ev rastî bi raya giştî re parvekirin.

Endamên tîman ên li balafirxaneyê beriya ji Tirkiyê derkevin ji çapemeniya Spanyayê re axivîn û gotin:

Bi maşîneyên mezin welatî nayên xelaskirin.

Gelek kes dibin kavilan de mane.

Em ê nebin hevparê kuştina mirovan.

Bi hinceta diziyê Sûrî û Efxanî têne kuştin

Di demek ku gel hesabê ji berpirsyarên dewleta Tirk dixwest, hikumetê bi rêbazên şerê taybet hêrs û kîna gel veguherand.

Gel li benda rizgarkirinê bû, lê desthilatê bi rêbaza şerê taybet nûçeyên derew belav kirin û dest bi êşkenceya mirovên bê guneh kir.

Heta niha bi êşkenceyan 4 kes hatine kuştin.

“Alîkariya ji cîhanê bo erdhejê logoya xwe lêdixin”

Li aliyekî din, çapemeniya Alman bal kişand li ser alîkariya bo mexdurên erdhejê tê şandin.

Rojnameya navdar Frankfurter Allgemeine raporeke berfireh li ser mijarê amade kir.

Rojnameyê diyar kir ku alîkariya ji welatên cîhanê bû mexduran têne şandin, logoya AFAD’ê tê lêxistin û weke ku dewletê ew alîkarî kiriye tê nîşandan.

Heta nihek alîkarî jî logoya partiya Erdogan AKP’ê lê hatiye xistin.

Back to top button