Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da biryara KCK’ê.
Lê dewleta Tirk hewil dide ji vê yekê firsend bigre lewma êrişên xwe zêde kirine.
HPG’ê bi daxuyaniyekî encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker ragihand û got:
“Tevî ku hêzên me ji ber erdhejê çalakiyên xwe rawestandine, ji bejahî û hewayî ve êrişên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro jî têkîldarî êrişên dewleta Tirk a dagirker agahî dan.
Agahiyên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
“13’ê Sibatê artêşa Tirk li herêma Zapê, gelek caran bi çekên giran û balafiran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barandin.
Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.”
HPG’ê her wiha got:
“Li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êriş dike.
Li gel êrişan jî hêzên me pozîsyona xwe ya heyî diparêzin û li ser bingeha parastina rewa bersivê didin.”