Li Reqayê 40 dibistan heta 1’ê Adarê tên girtin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê jî ragihand ku 40 dibistan ji ber erdhejê ziyan dîtine, ji bo wê ev dibistan heta 1’ê Adarê tê girtin.

Piştî erdhejê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi hevkariya Meclisa Sivîl û Odeya Endazyaran dest bi xebatên keşifkirina dibistanan kir.

Di encamê de diyar bû ku avahiyên 40 dibistanan qelişîne.

Li ser vê yekê komîteyê perwerdeya li van dibistanan heta 1’ê Adarê sekinand.

Derbarê mijarê, Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zilîxa Ebdî axivî û got:

Dibistanên ku perwerde lê hatine rawestandin, di pênava Rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn topbarankirin û di encama erdhejê de avahiyên wan qelişîn.

Zilîxa Ebdî diyar kir ku bi girtina 40 dibistan re, 28 hezar xwendekar ji perwerdeyê qut dibin.

Zilîxa Ebdî destnîşan kir ku koordîne bi mamosteyan re hate kirin da ku odeyeke were avakirin ji bo perwerde bi rêya online were dewamkirin.

Back to top button