QSD: BILA CIVAKA NAVDEWLETÎ KOMKUJIYÊN DER HEQÊ SÛRIYAN DE PÊK TÊN RAWESTÎNE

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyêl êrîşên ji aliyê rêjîma Sûrî û komên çete ve li ser gundewarên Hema û Idlibê ku tê de sivîl dibin hedef şermezar kir.

 

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyêl daxuyaniyek da raya giştî û wiha got:

Di dema dawî de şerê li gundewarê Hema û Idlibê gurtir bûye.

Rêjîm armanc dike ku riya Heleb,Şam û Heleb-Laziqiyê kontirol bike, çeteyên girêdayî dewleta Tirk jî sivîlan ji xwe re dikin mertal, ji bo rêjîm operasyonên xwe li ser herêmê rawstîne.

Kîno Gabriyêl hovîtiya şerê ku dibe sedem ku sivîl werin kuştin şermezar kir û wiha got:

Em wek QSD’ê şerên hovene ya navbera rêjîm û çeteyan ku dibe sedema kuştina sivlan şermezar dikin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyêl di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku komkujiyên der heqê Sûriyan de pêk tên hêdî rawestin.

 

Leave a Reply

Back to top button