Li Başûrê Kurdistanê gel li dijî kompiloya 15’ê Sibatê meşiyan

Li Mexmûrê û Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan.

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li Mexmûrê bi hezaran kesî komplo şermezar kirin

Di meşê de hat gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe wê çalakî dewam bin..

Meşê bi kombûna hezaran xelkê wargehê û xwendevanan li ber avahiya Malbatên Şehîdan destpê kir.

Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY, daxuyanî hat dayîn..

Li vir, Endama Meclîsa Gel Bêrîvan Kaya axivî û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li dijî Rêbertiya me didomîne.

Lد tevî vê yekê jî Rêbertî berxwedan û têkoşîna xwe de gav şûnde navêt..

Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ava kir..”

Piştî axaftina Bêrîvan Kaya, çalakiya greva birçîbûnê li wir bi koma nû hat dewrgirtin.

Li Silêmaniyê li dijî komploya 15’ê Sibatê gel meşiya

Li Silêmaniyê jî bi pêşengtiya Komîteya Azadiya Ocalan bi dirûşma “Êdî bese ji sîstema girtîgeh û tecrîda Îmraliyê re, Azadî ji bo Rêber Ocalan re” meş hebû.

Back to top button