Li Sêrtê seferberiya piştevaniyê didome

Ji bo mexdûrên erdhejê bê navber gel û rêxistinên HDP’ê ji bo alîkariyê seferberin. Îro jî ji bo mexdûrên erdhejê gelek alîkarî hatin şandin.

Li Sêrtê HDP’ê û rêxistinên civaka sivîl ji bo piştevanî û alîkariya bi mexdûrên erdhejê re ji roja destpêkê de di nava seferberiyê de ne.

Heta niha ji Sêrtê 8 TIR alîkarî ji bo mexdurên erdhejê hatine şandin.

Ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya ‘Konê Lîstikê’ hat destpêkirin

Maseya Krîzê ya ji bo Zarokên bûne mexdur jî kampanya “Konê Lîstikê” da destpêkirin.

Ji dilxwazên kampanyayê Gulan Onkol diyar kir ku ji bo ew vê pêvajoya bi êş ji ser zarokan rakin, wan dest bi kampanyayê kirin.

Ji bo zarokan pêdivî bi mase, kursî, kelûpelên xendinê û pêlîstokan

Li Islahiyeya Dîlokê 12 malbat di bin du konan de dimînin

Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê ji ber erdhejê, xelkê wê neçar maye koçber bibe..

Li vir, 12 malbat li hev kom bûne û bi derfetên xwe du kon peyda kirine û lê dimînin.

Şaredariya Îzmîrê dê alîkariya xwediyên sewalan bike

Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di civîna xwe ya meha sibatê de rewşa herêmên erdhejê nîqaş kir.

Meclisa şaredariyê di civînê de biryar da ku ew ê 20 hezar çiwal êm ji bo kesên sewalên wan li herêma erdhejê nene bişînin.

3 Tir pêdiviyên lezgînî ku HDP’ê şandibû Dîlokê hatin desteserkirin

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê jî li herêmên erdhejê Maseyên Krîzê saz kir.

Ji van maseyên krîzê, 3 heb li Dîlok û navçeyên wê Nûrdagiyê û Islahiyeyê xebatên piştevanî û alîkariyê bi rê ve dibin.

Li alliyê din, duh 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgîn ku ji Êlihê û Sêrtê hatin şandin, ji aliyê polîs û tîmên AFAD’ê ve hatin desteserkirin.

Back to top button