Dewleta Tirk û hikumeta Şamê rê li alîkariya ji bo mexdurên erdhejê digrin

Hevserokê Daiyra Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm diyar kir ku heta niha alîkariya wan ji bo herêmên zirar ji erdhejê dîten amadekiriye, tê astengkirin.

Erdheja ku 6 sibatê rû da gelek bajarên Sûriyê zirar dîtin.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser şaneya kirîzê ava kirin û alîkarî bo kesên ku zirar ji erdhejê dîtin kom kir.

Hevserokê Daireya Ragihandinê ya rêveberiya Xweser Ciwan Mele ragihand ku alîkari wan ji bo hermên dagirkirî û yên di bin destê hikumeta Şamê amadekirî, heta niha jî nehatiye derbaskirin.

Ciwan Mele bibîr xist ku aliyên navbênkar soz dane ku ew ê bên alîkariyan ji wan bigirin û bighînin cihên pêwîst lê heta niha tu agahî tune.

Ciwan Mele teqez kir ku hijmara barhilgirên alîkariyan 146 in û heta niha rê nayê dayîn ku derbasî hermêmên zirardîtî bên kirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku ev 5 rojin qefilên alîkariyê yên Rêveberiya Xweser li deriyê Em-ElCelûd li benda erêkirina Hikûmeta Şamê ne ji bo derbasbûnê.

Back to top button