Welatparêzê ji Dêrikê Hecî Şiblî ku bavê şehîd Ferhad Dêrik e wefat kir

Bavê şehîd Ferhad Şiblî û şehîd Îsam Şiblî, Hecî Şiblî îro li nexweşxaneya Dêrikê di 69 saliya xwe de wefat kir.

Kesayetê welatparêz ên ji Dêrikê, Hecî Şiblî wefat kir.

Hecî Şiblî, bavê şehîd Ferhad Şiblî û Îsam Şiblî ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî 17’ê Hezîrana 2022’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Şervanê YPG’ê Îsam Şiblî jî 1’ê Çileya 2022’an şehîd bûbû.

Hecî Şiblî ku bi nexweşiya kanserê ketibû, îro li nexweşxaneya Dêrikê di 69 saliya xwe de wefat kir.

Li ser xwesteka wî, cenazeyê Hecî Şiblî li Qubeya Şêx Elî ya li nêzî Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Back to top button