ÇETEYEKÎ ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê TEVÎ ÇEKÊN PÊ RE GIRT LI MINBICÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Minbicê endamê şaneyekî veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê girtin. Çek û cebilxaneyên bi çete re jî hatin girtin.

 

Çeteyê hatî girtin 18’ê Tebaxê li navçeya Heyê li gundê Ceb Ebyet dema plana êrîşekê dikir hat girtin.

Bi çeteyê şaneyê re miqdarek mezin çek û cebilxane hebû.

Hêzên Ewlekariyê ew çek û cebilxane jî girtin.

8 Qilêş

1 Çeka MB4

1 RPG

1 Rext

Çeka nêçîriyê

Amûra dîtina şûnan

Madeyên teqemenî, madeyên destpêkê û kîmyawî 56 kg

Çîkên teqînan 460 çîk

Fetîla teqînê ya bi lez vedikevin 8 kg

Moşekek û dij tankana(taw)

Bombeyek teqemenî amadekirî bi giranî 3 kg

Bombeyek teqemenî ji bo motorsîklêt amadekirî bi giranî 10 kg

Leave a Reply

Back to top button