Ji Afrîkayê heta Fîlîpînan bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo belav dibe

Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê cîhanê belav dibe .
Ji Afrîkayê heta Fîlîpînan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Bang zêde dibin..
Coni Ledesma diyar kir ku divê kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berbelav bibin..
Gacheke Gachihi jî got: ” Fikrê Rêberê mezin Abdullah Ocalan îlhamê dide têkoşîna me ya li Afrîkayê.

Ev zêdeyî 22 meh e agahî ji Rêber Apo nayê girtin, dagirkeriya Tirkiyê tecrîd girantir kiriye

Roj bi roj li tevahî cîhanê bangên ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde dibin ..

Paradîgmaya Rêber Apo, roj bi roj li tevahiya cîhanê berbelav dibe.

Koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îlham da têkoşîna wan ku ew li herêma xwe dimeşînin.

Ji Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan Coni Ledesma jî destnîşan kir ku bi girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan , hewl didin îradeya wî bişikînin.

Coni Ledesma: Abdullah Ocalan îlham da gelê xwe

Coni Ledesma got:

“Ev tevgereke xwedî armancên zelal e û baş lê hatiye fikirîn.

Abdullah Ocalan ev tevger pênase kir û ji bo têkoşînê îlham da gelê xwe û cîhanê.

Coni Ledesma: Abdullah Ocalan mirovekî gelekî xurt e

Li pişt tiştên jê bawer dike, sekinî û ji bo wê tê koşiya.

Dijmin bi dehan salan hewl da vîna wî bişikîne, lê bi ser neket.

Hişê wî zelal û xurt e.

Di zîndanê de nivîsandina pirtûkan didomîne û fikir û ramanên xwe bi raya giştî û cîhanê re parve dike.”

Coni Ledesma: Divê kampanyayên ji bo wî berbelav bibin

Coni Ledesma axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Divê kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan berdewam bike û berbelav bibe.

Abdullah Ocalan demeke dirêj e di girtîgehê de ye, divê demildest ji hêla fizîkî ve azad bibe.”

Gacheke Gachihi : Fikrê Ocalan îlhamê dide têkoşîna me ya li afrîkayê

Aktîvîstê mafên mirovan û koordînatorê Navenda Edaleta Civakî ya Mathare ya Naîrobiyê Gacheke Gachihi (gak xachî) jî ji aliyê xwe ve dibêje:

“Rêberê mezin ê gelê Kurd Abdullah Ocalan îlhamê dide têkoşîna me ya li Afrîkayê.

Tecrîda dewleta faşîst a Tirk ji ber tirsa ku li cîhanê ji bo gelê Kurd bibe sembola têkoşîna li dijî emperyalîzmê.

Hewl didin ruhê berxwedanê yê heval Apo bişikînin û berxwedana gelê Kurd qels bikin.”

Gacheke Gachihi: Divê Ocalan tavilê bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî

Gacheke Gachihi wiha bi dawî kir .

“Em kampanyayên wêneyên grafîtiyê û yên stranên hunerî organîze dikin da ku ji bo girtiyê siyasî Apo hestyariyê çêkin.

Em li ser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan maçan û kampanyayên perwerdeya siyasî li dar dixin.

Divê tavilê azadiya wê ya fîzîkî bê dayîn.”

Back to top button