Hikumeta AKP’ê vê sibehê şaredariya bajarê mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê desteser û dorpêç kir, hevşaredarên her sê şaredariyan jî ji kar hatin dûrxistin.
Wezareta Karê Hundirîn ya Tirkiyê diyar kir ku her sê hevşaredar ji peywirên xwe hatine dûrxistin û qeyûm hatin erkdarkirin
Polîsan dora şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê girtin.
Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê yê HDP’ê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê yê HDP’ê Ahmet Turk, Hevşaredara bajarê mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirên xwe hatin dûrxistin.
Waliyê AKP’ê yê li Amedê Hasan Basrî Guzeloglû li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Mêrdînê jî Walî Mûstafa Yaman weke qeyûm hatin erkdarkirin
Piştî ku hevşaredar Mizrakli ji peywirê hat durxistin polîsan deriyên şaredariya bajarê mezin ê Amedê jî şkandin.