Serhildanê mixalefeta Îranê nêzî hev kir

Li Îranê mixalefeta ku ji hev qut û belav bi serhildanê re nêzî hev bûn.
Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”mixalefet neçar kir ku ji bo daxwazên gel nêzî hev bibin.
Parêzer Nesrîn nû ji girtîgehê derketî got:
Dibe xwepêşandan kêm bûne, lê ev nayê wateya ku hêrsa gel kêm bûye.
Ew hîna jî dixwazin deshilat were guhertin.

Hêza jina Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, careke din bûye hêviya azadiyê.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî despê kirî civakê nêzî hev dike.

Xwepêşandanên ku li welat dewam dikin, bû yek ji sedema zextên herî dijwar ku mixalif nakokiyên xwe bidin aliyekê û nêzî hev bibin.

Her çiqasî xwepêşandan kêm bûye jî alîgirên mixalîf bi wê yekê bawerin ku xwepêşandan tenê mijara demê ye.

“Xwepêşandan hinekî kêm bûne, lê ev nayê wê wateyê ku xelk êdî ne hêrs in.

Ew hîn jî guhertina rejîmê dixwazin,”

Parêzer Nasrîn Sotoudeh ku nû ji girtîgehê derketiye ji CNN re bi van gotin rewşa li welat vegot.

Di vî warî de gava yekem a muxalefeta li sirgûnê bi konferansa ku li Zanîngeha George Town a Washingtonê hatibû destpêkirin, hat avêtin.

Di konferansê de gelek ji mixalifên Îranê yên li derveyî welat amade bûn.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ku bi rêya peyama vîdyoyî beşdarî konferansê bû got,

“Niha ne dema nakokiyên navxweyî ye. Ji ber ku em nebûn yek, rejîm 44 sal in li ser piyan e.”

Pehlewî: Me rikberî daye aliyekê

Ji mixalifên li surgunê Riza Pehlewî ku yek ji kesayetiyên navdar ên opozisyonê ye teqez kir ku ew dixwazin di damezrandina yekem sîstema laîk demoqratîk de rol bilîzin.

Pehlewî got,

“Îro me hevrikiya bi hev re danî aliyekî, em hewl nadin ku rêveberiya vê tevgerê bixin bin kontrola xwe.”

Lê belê temsîliyeta hemû komên di nava koalîsyonê de weke xala herî krîtîk a serkeftina muxalefetê derdikeve pêş.

Lîstikvan û aktîvîst Nazanin Boniadî balkişand li ser pêwîstiya yekîtî û bihevrebûnê û wiha got:

“Eger tenê yek ji bo yekbûna me hebe, ew jî redkirina wê fikrê ye ku em pir perçe bûne û nikarin bi hev re ji bo demokrasiyê bixebitin.”

Back to top button