ÇETEYÊN NIBUL Û ZEHRA’ 4 KURDÊN EFRÎNÎ REVANDIN Û RADESTÎ ISTIXBARA REJÎMÊ KIRIN

Çeteyên rêjîma Sûrî yên herdu bajarokên Nibul û Zehra’ yên li başûrê Efrînê dikevin, 4 şêniyên Kurdên Efrînê revandin. Ew her çar sivîl ji herêma Şehbayê ketibûn riya bajarokê Nibulê da ku pêdiviyên xwe yên malbatî peyda bikin. Lê hema ji aliyê komên Şî’î yên rêjîma Sûrî ve hatin revandin.

Navên wan sivîlan jî ev in:

-Xilûsî Mihemed – Reco
– Mihemed Ehmed Xelîl – Şiyê
– Izo Xalêd Reşîd – Mabeta
– Ebdul-Rehman Receb Şewaq – Gundê Hemamê

Li gorî agahiyan, piştî revandinê, çeteyên Nibul û Zehra’ ji malbata her kesekî 400 hezar lîreyên Sûrî xwestibûn.

Lê hema piştî wê bi demekê, ew her çar sivîl radestî Navenda Istixbaratê beşa Ewlehiya Siyasî ya bajarê Helebê hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye, ew her çar sivîl tevî malbatên wan li Şehbayê bi cih dibûn.

Tevî ku mehek di ser vê bûyerê re derbas bûye jî, lê heya niha tu agahî derbarê wan de nîn in.

Leave a Reply

Back to top button