Li Efrînê, mixabin rojev her tim binpêkirin û revandin e. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêbazên dûrî mirovahiyê didomînin, sivîlan direvînin, êşkence dikin û fîdyeyan dixwazin.
Hat zanîn ku li gundê Omera yê Şera çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk 4 sivîl revandin.
Navên wan wiha ne:
– Nûrî Elî Horo (30 salî)
– Remedan Hesîno (19 salî)
– Kawa Omer Îbo (27 salî)
– Mihemed Ehmed Dawûd (22 salî)
Li gundê Çeqelê Cûmê yê Cindirêsê çeteyan şêniyên bi navê Mistefa Aslan Ebdo revand.
Beriya 2 hefteyan jî, çeteyan 2 sivîl revandibûn, navên wan jî ev in:
– Mihemed Murad
– Hisên Ebdul-Rehman Oso
Li gundê Avrazê yê Mabeta jî, çeteyên dagirkeriyê mizgeftekê ava dikin.
Armanc ji vê yekê jî, hînkirina waneyên olî li gorî xeta Neqişbendiyê ye.
Berpirsyarê vî karî jî, 2 kesên bi navê
– Ebdul-Mutalêb Mihye-dîn Şêx Nasan
– Zehredîn Mihemed Nûr Hemo
Li gundê Çeqela yê Şiyê şêniyek ji ber êşkenceya giran jiyana xwe ji dest da.
Şêniyê bi navê Hisên Hemo ku bavê 3 zarokan e, ji aliyê koma çete ya bi navê El-Hemzat ve hatibû revandin.
Hêjayî bîrxistinê ye Hisên Hemo tevî 23 şêniyên din 6’ê hatibû revandin.