Siyasetmedar û nivîskarên Ereb banga azadiya Rêber Ocalan kirin

Siyasetmedar û nivîskarên Ereb diyar kirin ku dewleta Tirk bi girtin û tecrîdkirina Rêber Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê pêk anî. Siyasetmedaran bang li saziyên mafên mirovan û dewleta Tirk kirin ku ji bo azadiya Ocalan, erkên xwe bi cih bînin.

Bi hatina salvegera 25’emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêber abdullah Ocalan, li tevahiya cîhanê dengên ku banga azadiya wî ya fîzîkî dikin, bilind dibin.

Di vê çarçoveyê de, Endamê Rêxistina Efû ya navdewletî Parêzer Elaa Selame yê Misrî û Nivîskar û lêkolînerê Yemenî Ebdil-rehman El-Reyanî, axivîn.

Siyasetmedar û nivîskarên Ereb: Dewleta Tirk qanênên mirovan binpê dike

Parêzer Elaa Selame destnîşan kir ku rewşa ku Ocalan tê de li girtîgehê dijî û nehiştina hevdîtîna malbat û parêzeran bi wî re, li dijî hemû peyman û qanûnên herêmî û navdewletî ye û got:

“Tirkiye bi berdewamiya tecrîda li ser Ocalan di girtîgehê de, hemû qanûnên mafên mirovan binpê dike.”

Elaa Selame diyar kir ku Ocalan ji ber fikir û nêrînên xwe hatiye girtin û bang li hemû saziyên navdewletî yên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya wî, erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin.

Parêzer Elaa Selame bang li dewleta Tirk jî kir ku li gorî qanûnên mafên mirovan yên navdewletî tevbigere û rê bide ku parêzer û malbata Ocalan hevdîtinê bikin.

Siyasetmedar û nivîskarên Ereb: Dewleta Tirk bi girtina Ocalan sûcekî li dijî mirovayê kir

Nivîskar û lêkolînerê Yemenî Ebdilrehman El-Reyanî jî diyar kir Rêber Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike, ew nûnertiya tevahî têkoşer û azadîxwazên cîhanê dike û got: “Dewleta Tirk bi girtin û tecrîdkirina Ocalan, sûcekî li dijî mirovahiyê ku nayê efûkirin, pêk anî.”

El-Reyanî anî ziman ku eger dewleta Tirk dixwaze sîstemeke demokratîk ava bike, divê destpêkê Ocalan serbest berde.

Back to top button