LI MI’ERET NUMAN KARWANEKE ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HAT ARMANCGIRTIN

Li Idlibê rewş aloztir dibe, balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsî ji ezmanên Idlibê danakevin. Herêm bi giştî dibe armanca bombebaranê. Ji ber ziyanên giran jî, dewleta Tirk karawaneke piştgiriyê ji çeteyên xwe re şand herêmê. Lê hema ew karwan jî bû armanca bombebarana balafirên rêjîma Sûrî. 

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku sibeha îroj karwaneke dirêj a dagirkeriya Tirk derbasî xaka Sûrî bû.

Karwana leşkerî di deriyê sînor ê Bab El-Hawa re derbas bû.

Hat zanîn ku karwana leşkerî ji 25 erebe û kamyonên bi leşker û pêdiviyên lojîstîk ên ji bo çeteyên li herêmê barkirî bûn, pêk dihat.

Her wiha di karwanê de 7 tank û 6 panzer jî hebûn.

Li gorî agahiyan, karawana dewleta Tirk a dagirker berê xwe dabû herêma Mi’eret Numan a başûrê Idlibê.

Li wir jî, karwana çeteyên Feyleq El-Şam li bendê bûn da ku lojîstîkê bigirin.

Lê hema karwana çeteyên Feyleq El-Şam ji aliyê balafirên şer ên rêjîma Sûrî ve hat armancgirtin.

Piştî bûyerê 2 balafirên F16 ên dewleta Tirk a dagirker rabûn û karwaneke din jî berê xwe da Mi’eret Nuaman.

 

RÛSYA: ME ALIYÊ TIRK AGAHDAR KIR DA KU NÊZÎ QADA OPERASYOANAN NEBE

Têkildarî mijarê, Fermandarê artêşa Rûsî Elêksî Bakîn ragihand ku wan aliyê Tirk agahdar kiriye ku nêzî qada operasyonan nebin.

Elêksî diyar kir ku aliyê Tirk hevpeyman bin pê kiriye û karwanek leşkerî ber bi herêmê ve şandiye.

RÊJÎMA SÛRÎ: DI PIŞTGIRIYA ÇETEYAN DE TIRKIYÊ SÎNOR DERBAS KIR
Di heman çarçoveya de, Wezareta Derve ya rêjîma Sûrî jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hat gotin ku derbasbûna maşîneyên dewleta Tirk ber bi herêma Xan Şêxûnê ve tê wateya teqezbûna piştgiriya Tirkiyê ji komên çete re.

Wezareta Derve got ku Tirkiye bi vê yekê sînoran derbas dike.

Wezaretê diyar kir ku berpirsyarê vê yekê tenê dewleta Tirk e.

Hêjayî bîrxistinê ye, hêzên rêjîma Sûrî ji 4 Tebaxê ve dest bi opesyonên xwe yên leşkerî kiriye da ku riya navdewletî ya Şam-Heleb kontrol bike.

Leave a Reply

Back to top button