“NAVBERA REJÎM Û XAN ŞÊXÛN DE 800 METRE MANE”

Piştî şerekî giran li gundewarê Idlibê, çavkaniyên nêzî rejîma Sûrî ragihandin tenê 1 km maye ku rejîm derbasî bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk bibe.

Lê Çavkaniyên leşkerî jî ji televizyona RT diyar kirin ku rejîm derbasî Xan Şêxûn bûye.

Çavkaniyan tekez kirin ku bi derbasbûna rejîmê ji bajêr re, gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û bi dehên alav û erebeyên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Her wiha bi dehan çete bêyî ku şer bikin reviyan.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: NAVBERA REJÎM Û XAN ŞÊXÛN DE 800 METRE MANE

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku li nêzî bajarê Xan Şêxûnê şerekî giran navbera rejîm û çeteyan de rû dide.

Her weha diyar kir ku navbera rejîm û rêya navdewletî ya otistradê Şam-Heleb de ango bajarê Xan Şêxûnê tenê 800 mitre mane.

Çavdêriyê destnîşan kir ku di encamê vî şerî de 14 çeteyên dewleta Tirk û 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Di Çarşema borî de rejîmê herêmên Kefer Ên, Mintar û Til As li gundewarê Idlibê kontrol kiribûn û rêya ber bi bajarê Xan Şêxûn ve vekiribû.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button