RÊVEBERIYA XWESER 4 ZAROKÊN DAIŞ’Ê YÊN ALMANÎ RADESTÎ HIKÛMETA WAN KIRIN

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 4 zarokên DAIŞ`ê yên welatiyên Almanyayê, radestî şandeya Almanî kirin.
Cîgirê Serokatiya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiyêd diyar kir ku heta niha 8 hezar zarokên DAIŞ’î ku himwelatiyên 50 dewletanin li çem rêveberiya xweser girtî ne.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de, bi hezaran çete û zarokêna ketin ji ne çarî xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Suriyî ji bo radest û dadgehkiran van çetaeyan gelek çaran bang li civaka navdewletî kiriye ku himwelatiyê xwe vegerînin welatê xwe.

Îro jî şandeyek ji nûnerên derve ya Almaniya ji bo wergirtina 4 zarokên ku welatiyên Almanîne bi rêya deriyê Sêmalka gihaşt bakur û rojhilatê Sûriyî.

Şandeya Almanî ji aliyê cîgirê Serokatiya Têkiliyên Derve Fener El-Kiyêd, û endamên Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî nîqaşên bervireh, buroya Têkiliyan, her çar zarok radestî şandeya Almanî kirin.

Piştî radestkirnê Cîgirê Serokatiya Têkiliyên Derve Fener El-KiyêdEl-Kiyêd derbarê mijarê de daxuyaniyek çapemeniyê da

Fener di daxuyaniyê wiha got:

Rêveberiya xwe ser ji destpêkê ve ji bo radest û dadgehkiran van çetaeyan gelek çaran bang kiriye.

Lê heta niha tevî banga me jî kêmin dewletên ku himwelatiyên xwe ji me wergirtine.

Îro me 4 zarokên ku bi aslên xwe Almanîne Me radestî şandeya alman kir.

we hikûmeta almaniya cara yekê ku himwelatiyên xwe ji me werdigrin.

Heta niha li çem rêveberaiya xweser 8 hezar zarokên çeteyên DAIŞ’ê girtîne.

 

Leave a Reply

Back to top button