Siyasetmedara Rus Galîna dixwest Ocalan mafê penaberiyê bigre

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan, mafê penaberiya siyasî werbigire, bi komek hevalên xwe re xebitî û hêzên komplogeran jî ew ji xwe re kir armanc. Hikumeta Tirk jî Galîna bi dijminahiya xwe Galîna wek dostên Kurdan bi nav kir.

Siasyetmedara Rus a di wergirtina mafê Penaberiyê ji bo Ocalan de cih girtî, hat suiqastkirin.

Di şîfreyên komploya navnetewî de yek jî kuştîna Galîna ye ku nehate aşkerekirin ku ka ji aliyê kê ve suîqast pêkhat.

Gulana sala 1946’an li Ûralan, li Chelyabînsk ku paytexta herêmê ye, çêbûye.

Wek aktîvîstekî mafê mirovan dihat nas kirin.

Galîna Starovoytova, bi pişt re bi nivîsandin û danîna têkiliyê bi kesan re, li Kafkasyayê ji xwe re gelek heval çêkirine.

Hat gotin ku Galîna di xebatên xwe de gelek hewîl dan kir ku ji bo Ocalan mafê penaberê bigre.

Medya Tirk Galîna wek dostên Kurdan bi nav kir Lê sernavê ”Dosta Apo hat înfazkirin” ê hejmara 22’yê Mijdara sala 1998’an a rojnameya Mîlliyetê, wek delîlekê berbiçav derket holê ku pêçiya dewleta Tirk di nav de ye.

Hat gotin ku Galîna Starovoytova û hevalên xwe ku dixwest Rûsya bibe welatekê azad û demokratîk, Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê penaberiya siyasî werbigire, gelek xebat kir.

Gava şagirt bûye, çûye Abhazya û Qerebaxê û li raz û sirên neteweyên kêmar ên vê derê kolaye.

Back to top button