JIDÊLA HEVŞAREDARÊN AMED, MÊRDÎN Û WANÊ QEYÛM HATIN ERKDARKIRIN

Xwest têkçûna xwe bi rêya dagirkirina şaredariyên HDP’ê veşêre..
Belê , ev e halê ku îro hikumeta faşîst a AKP’ê ketiyê..
Îro Hikumeta Faşîst AKP’ê şaredariya bajarê mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê dagir kirin û hevşaredarên her sê şaredariyan jî ji kar dûr xistin.
Bi vê yekê re ; AKP’ê ne tenê şaredarî dagir kirin, her wiha vîna gel bin pê kir û bi xwe teqez kir ku li wî welatê, li Tirkiyê , demokrasî tune ye .

Eger HDP’ê şaredariyan bidestbixin, dema em bixwazin em ê qeyûman erkdar bikin.

Ev gotinên Erdogan di dema propegandeya xwe de hilbijartinên 31’ê Adarê de dikir.

31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî pêk hat..

Gel bi mehan li benda wê rojê man da ku dengê xwe bide alî û partiya ku vîna wan nîşan dide û ji hikumeta faşîst a AKP’ê û zextên wê re bibêje êdî bes e.

Di hilbijartina wê demê de HDP’ê sê şaredariyên bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wan û 5 bajar Colmêrg, Qers, Batman, Îdir û Sêrt û yên 61 navçeyan bi dest xist..

Li beramberî wê jî , AKP’ê tevî gelek bajarên mezin, Stanbol û Enqere ji dest dan..

Bi vê yekê jî li AKP’ê derba herî xurt hat xistin.

AKP’ê wê demê bi hemû rêbaz û hîleyan hewil da vê têkçûna berbiçav veguherîne serkeftina bi darê zorê..

Piştî ku hilbijartin bi dawî bûn AKP’ê her hewil da ku van hilbijartinan dubare bike û bi zorê hilbijartinê bi dest bixe..

Lewma hişt ku desteya bilind a hilbijartinê YSK’ê 23’ê Hezîranê hilbijartina Stenbolê dubare bike..

Weke her hilbijartin jî , AKP’ê hemû hewildan û rêbazên sexte di hilbijartina Stenbolê de pêk anîn .

Lê tevî wê yekê jî, dîsa şaredariya bajarê Stenbolê ji dest da û bi vê yekê re derba herî xurt li hikumeta AKP’ê û serokê wê Erdogan hat xistin ..

Ji dema ku di hilbijartin Stenbolê de bi bin ket , AKP’ê bi her awayî zext û binpêkirinên xwe li ser HDP’ê û endam û hevşaredarên wê zêde kirin..

Herî dawî Îro Hikumeta Faşîst AKP’ê şaredariya bajarê mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê dagir kirin û hevşaredarên her sê şaredariyan jî ji kar dûr xistin.

“Bi dagirkirina şaredariyên HDP’ê re, xwest têkçûna xwe ya duyemîn di hilbijartinê de veşêre”

Belê Ev e halê ku îro hikumeta faşîst AKP’ê ketiyê..

Wezareta Karê Hundirîn ya Tirkiyê îro diyar kir ku her sê hevşaredar ji peywirên xwe hatine dûrxistin û qeyûm hatin erkdarkirin.

Waliyê AKP’ê yê li Amedê Hasan Basrî Guzeloglû li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Mêrdînê jî Walî Mûstafa Yaman weke qeyûm hatin erkdarkirin

Polîsan dora şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê girtin û deriyê şaredariya Amedê hat şikandin.

DARBEYA 19’Ê TEBAXÊ YA LI DIJÎ VÎNA GEL
LI 29 BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ HERÎ KÊM 418 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li gel desteserkirina şaredariyan li dehan bajarên bakurê Kurdistanê binçavkirin hebû.

Endam, rêveberên HDP’ê û endamên meclîsa şaredariyan bûn hedefa vê darbeya siyasî û li 29 bajaran herî kêm 418 kes hatin binçavkirin.

Bi vê kirina dij-demokratîk re AKP’ê bixwe tekez kir ku ew li dijî vîna gel e ..

Tekez kir ku li Tirkiyê tiştek bi navê demokrasî tune ye ..

 

Leave a Reply

Back to top button