Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku hikûmeta şamê alîkariya mirovî dixe mijara bazarên siyasî.
Welat Mamo derbarê polîtîkayên dorpêçê yên hikûmeta Şamê ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û got:
“Hikumeta Şamê her tim bi nêrîneke siyasî û ewlehî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dinêre.
Û hemû mijarên xizmetguzarî yên girêdayî her du taxan bi siyasetê ve girê dide.
Ev siyaset beriya erdhejê jî piştî erdhejê jî didome.”
Mamo destnîşan kir ku Firqeya 4ʹan û dewleta Tirk a dagirker zihniyeta xwe neguhertine xwedê heman hişmendiyê ne.
Welat Memo dazanîn ku hikûmeta şamê ji bo ragihandinê de rûyê xwe spî bike destûra alîkariyek pir kêm da û hişt karwaneke derbas bibe, piştî wê jî disa siyaseta xwe ya dorpêçê didomîne.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang raya giştî kir ku zextê li hikûmta Şamê bikin da ku ambargoya li ser her du taxan rake.