Rawestandina çalakiyên leşkerî ji aliyê KCK’ê ve

Endamên Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî bi helwestek baş nirxandin û ji Tirkiyê xwestin ku siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike. Welatiyên Germiyan jî piştgirî dan biryara KCK’ê. 

Endamên Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derbarê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî axivîn.

Partiyên siyasî yên Başûr: Ev helwestek baş e

Di vê derbarê de parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Osman Sêdarî ji ROJNEWS’ê re axivî.

“Em spasiya KCK’ê dikin, ev helwestekî gelek başe. Divê Tirkiye û Sûriye jî waneyekê ji vê karasata mezin a mirovî bigirin.

Û bikin dawîlêanîna şer û kuştina mirov.”

Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa jî ev tişt anî ziman:”Destxweşiyê li gava KCK’ê dikim.

Ji ber ku divê di vê rewşê de, em hemû destê hevdu bigirin. Ev biryara KCK’ê biryarekî dîrokî û girînge.

Divê Tirkiye jî siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike.”

Welatiyên Germiyan: KCK û PKK hêzên parastina gel in

Welatiyên Germiyana Başûrê Kurdistanê jî piştgirî dan biryara KCK’ê ya ji bo rawestandina çalakiyên leşkerî.

Welatiyan diyar kirin ku KCK’ê hertim ji bo proseya aştiyê hewla rawestandina şer dane û herdem li dijî şerin.

Her wiha piştrastkirin ku ew hêz, hêzên parastina gelin, ne hêzên şerkerin.

Back to top button