“Dewleta Tirk plan dike xelkê Cindirêsê bişîne Idlib û Babê”

Piştî erdheja 6’ê sibatê, dewleta Tirk a dagirker li pey guherîna demografiya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye.
Li gor ANHAyê, meclisa girêdayî dagirkeriyê, dixwaze niştecihên resen ji wir derxîne û bişîne deverine din.
Lê belê niştecih li hemberî vê yekê nerazîbûna nîşan daye û qebûl nekirine ji Cindirêsê derkevin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku “Meclisa Xwecihî” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, navên niştecihên resen ên ku di erdhejê de ziyan dîtine qeyd dike da ku wan bişîne kampên koçberan li Idlib û Babê.

“Niştecihên Cindirêsê ji malên xwe derneketin”

Li gor heman çavkaniyê, şêniyên resen ên Cindirêsê, Meclisa Xwecihî ji malên xwe derxistiye û rê neda dewleta Tirk a dagirker ku wan bişîne kampên Idlib û Babê.

Roja 12 sibatê jî rêxistina bi navê Xêrxwaziya Qeterê, di bin navê alîkariyê de, gotibû ku wê mêtîngehekê li herêma Efrînê ava bike û bi vê re plana guhertina demografîk berfirehtir bikin.

Back to top button