Li Reqayê çeteyên DAIŞ’ê 6 leşkerên hikûmeta Şamê kuştin

Di van demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê zêde bûye.
Di nava 10 rojan de 100 kes di êrişên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Herî dawî çeteyên DAIŞ’ê 6 leşkerên hikûmeta Şamê li devera Tiwînan a girêdayî Reqayê kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku DAIŞ li çolistana Sûriyê, mirovan dixe xefka dobelanan.

Piştî bûyera li herêma Sixne, çeteyên DAIŞê di kemînekê de, 6 leşkerên Hikûmeta Şamê jî kuştin.

Roja 17 sibatê jî li herêma El-Sexna ya parêzgeha Himsê çeteyên DAIŞ’ê 61 kes sivil û 7 leşkerên hikûmeta Şamê kuştin.

Li gorî çavdêriyê ji 10 sibatê ve 96 kes li ser destê DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Çolistana Sûriyê, tevî êrişên Rûsya û Hikûmeta Şamê jî, lê belê roj bi roj metirisiya DAIŞê li wir zêde dibe û tim jiyana şêniyên wan deveran di gefa vedana kemînan de ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî operasyonên QSDê û Koalîsyonê dewam dikin, herî dawiyê jî 2 sereçetyên DAIŞê hatibûn kuştin û yek jî hatiye girtin.

DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê di nava 8 rojan de 90 kes kuştin

Back to top button