Jimara qurbaniyên erdhejê 41 hezar kesî derbas kir

Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku bîlançoya Erdhejê li Bakurê Kurdistan gihişt 41 hezar û 20 kesî
Koordînatorê erdhejê yê Tirkiyê li xwe mikur hat ku bîlançoya rast yê tê parvekirin 4-5 qat zêdetir e.
Li aliyeke din dewleta tirk dixwaze kurdan bi hinceta erdhejê bide koçberkirin.

Du hefte li ser erdheja Bakurê Kurdistanê re derbas bû.

Li herêmê, ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a qirker bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 41 hezar derbas kiriye, zêdeyî 150 hezaran jî birîndar in.

Waliyê Erdogan: Bilançoya rast 4-5 qatê ya heyî ye

Lê bîlanço vê zêdetir û her kes jî dizanibû ku ji destpêka erdhejê ve dewleta Tirk mezinbûna ziyanê û erdhejê vedişêre.

Waliyê bajarê Şirnexê Osman Bîlgîn ku ji aliyê Erdogan ve weke koordînatorê erdheja bajarê Dîlokê hate erkdarkirin rastiya bîlançoya erdhejê ji raya giştî re parvekir.

Walî Osman Bîlgîn li xwe mukur hat ku dewlet 4 rojên ewil dereng maye û ev agahî da:

“Wek dewleta em 4 rojên ewil dereng man.

Rewş û bîlançoya heyî wekî ku tê ragihandin cûdatir e.

Rastiya bîlançoyê 4-5 qatên ku tê parvekirin zêdetir e. Weke devlet em dereng man, ez bi navê dewletê rexnedayîna vê yekê didim”

Ji xwe rastiya vê yekê netenê bi axaftinên waliyê Erdogan goristanên heyî jî vê yekê eşkere dikin.

Li Semsûrê li goristanke 7 hezar û 500 kes hatin veşartin

Li Semsûrê tenê li goristanekê 7 hezar û 500 welatî hatine definkirin.

Ev giranbûna bîlançoyê jî encamê nêzîkatiya rejîma Erdogan e.

Desthilat rêxistin, partiyên weke HDP’ê ku hawara mexdûrên erdhejê de çûn, asteng kir. Ev yek jî hişt ku hejmara qurbaniyan zêde be.

Dewleta Tirk mexdûrên erdhejê êşkence dike û davê zîndanê

Ji aliyê din ve jî leşkerên Tirkiyê kesên ku di hawar mexdûrên erdhejê de çûn êşkence dike, lêdan dike û wan davê je girtîgehê

Leşkerên Tirkiyê ciwanên bi navê Weysel Atar ê ku alîkarî ji saziyên erdhejê xwest rastî êşkenceyê hat.

Li bajarê Lîwa Skenderûnê jî leşkerên artêşa dagirker 10 mexdurên erdhejê bi xwe dikandarin bi hinceta dizîkirine binçav kir û ji wan 6 kes avît girtîgehê

Ji aliyeke din desthilata Erdogan rewşa erdhejê ji bo armancên xwe yên siyasî jî bikartîne.

Dewlet niha bi zanebûn kurdên Semsûr, Mereş, Dîlok dide koçber kirin.

“Dewlet hewil dide Demografiya Kurdan biguhere”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mahmût Togrûl ragihand ku dewleta Tirk kurdên elewî mecbûrê koçberiyê dike, ji wan re alîkar nabe

Back to top button