Klînîkên gel meqseda şêneyan ne

Ligel rewşên aborî yên zehmet û bilindbûna lêçûna dermankirinê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî berê xwe didin klînîkên gel. 

Li gorî endamê rêveber ê klînîkên gel Mazin El Şêx, li nexweşxane û klînîkên taybet bijîşk ji 20 heya 25 hezar lîreyên Sûriyeyê ji nexweşan distînin.

Lê li klînîkên gel 5 hezar lîreyên Sûriyeyê û derman jî bi buhayeke guncaw bi rêya ji sedî 10-20 ji dermanxaneyên derve kêmtir e.

Îko bi rêjeya ji sedî 60, tehlîl bi rêjeya ji sedî 30 û radyolojî bi rêjeya ji sedî 50 ji derve kêmtir e.

Nexweşa bi navê Mûfîde Silêman got :

“Ligel rewşa aborî ya zehmet klînîk bi civakê re dibin alîkar.

Ji ber ku serdana li klînîkên bijîşkekî taybet li ser xizanan barekî mezin e.”

Nexweşê bi navê Cemal Silêman jî da zanîn ku di her carekê de 20 hezar lîreya Sûriyeyê distînin.

Back to top button