Welatiyên Hesekê banga rakirina nakokiyên siyasî û vekirina deriyên sînoran li pêşiya alîkariyan kirin.
2 sal in deriyê Til Koçer ji aliyê hêzên navneteweyî ve girtî ye.
Tevî erdhêj û mexdûriyeta heyî li pêşiya alîkariyan jî nehatiye vekirin.
Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr derbarê mijarê de axivî.
Mihemed Beşîr dibêje di vê rewşa zehmet de divê nakokiyên siyasî werin rakirin û deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî ji bo herêmên wêrankirî werin vekirin.”
Nivîskar û derhênerê şanoyê Deham Setam jî diyar kir ku mijara mirov ne armancên pêşîn ên dewletan e, lê aliyê siyasî ji bo wan girîngtir e û got: ” Aloziyeke exlaqî ya navneteweyî û herêmî heye.”