KNK: Parastina ziman çepera me ya li hember tunebûnê ye

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê roja ‘Zimanê Dayikê’ peyamek weşand û roj pîroz kir.

Di destpêka peyama KNK’ê de hate gotin,

“Neteweyên Cîhanê her yek bi şewazên xwe, 21’ê Sibatê roja Zimanê dayikê pîroz dikin.

Mixabin ev demeke dirêje zimanê Kurdî dibin metirsiya lawazbûn û windabûnê de ye.

Ev metirsî bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt tê hest kirin.

Ziman ji bo me Kurdan bûye çeperê berxwedan û parastinê .

Ziman ji bo her neteweyekê hêz û sitûna mana wê ye.

Pir zaraveyî di zimanê Kurdî de, nîşan û hêza dewlemendiya wî ye.

Di vê derbarê de, ji bilî pîrozkirinê, girînge ev roj bibe derfeta bikişîne ser gef û fişarên dagirkerên li Kurdistanê .

Her wiha pêwîste desthilatdarên Kurd jî li ser metirsiyên nebûna siyaset û plansaziya zimanî bêne hişyar kirin.

Parastina ziman erka me ye, werin bi hev re xizmetê jê re bikin û bighînin astên herî bilind.”

Back to top button