Artêşa Fransa bi tevahî ji Burkîna Faso derket

Artêşa Burkîna Fasoyê ragihand ku hemû leşkerên Fransî ji welat derketin.
Vê yekê jî bal kişand li ser rola Rûsya ya li herêmê.

Leşkerên Fransa li baregeha herî dawî ya li nêzî paytexta Burkina Faso Vagadugu yê derketin.

Bi vê yekê re leşkerên Fransa bi fermî ji tevahiya welat derketin.

Hikûmeta leşkerî ya ku di 30’ê Îlona 2022’an de li Burkîna Faso hat ser kar, di 23’ê Çile de ragihandibû ku wê peymana hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re betal kiriye.

Ji bo leşekrên Fransa ji welat derkevin jî mehek dem hatibû dayîn.

Ev daxwaz piştî Serokwezîrê Burkîna Apollinaire Kyelem ya ku li dijî komên tundraw Rûsya wekî hevkarekî nû nîşan da, pêk hat.

Piştî vê rêveberiya Parîsê jî piştrast kir ku wê leşkerên wê vekişin.

Rêveberiya Vagadugu jî teqez kir ku vekişîna leşkeran ” nayê wateya bidawîbûna têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Burkîna Faso û Fransayê de.”

Piştî vê yekê bal hat kişandina Rûsya ya li welat.

Li Burkina Faso herî dawî 400 leşkerên Fransa di çarçoveya Oparasyona Saber de li welat mabûn.

Her ku hêzên Fransî ji herêmê derketin, fikarên welatên rojava ji zêdebûna bandora Rûsyayê, bi taybetî hebûna çekdarên koma Wagner zêde bû.

Ji sedî 40’ê welat di destê hêzên tundraw de ye

Burkîna Faso, yek ji welatên herî hejar yê feqîr ê cîhanê ye.

Welat di sala 2022 de şahidiya du darbeyên leşkerî kir.

Ji ber metirsiya li welat bêtirî 2 mîlyon kes neçar man cihê xwe biterikînin.

Ji sedî 40’ê welat hîna jî di bin kontrola komên tundraw de ye.

Back to top button