NY: Li Sûriyê 8,8 milyon kes mexdûrên erdhejê ne

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber erdhejên ku navenda wê Mereş e li Sûriyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne.

Alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Nejat Roçdî daxuyaniyek da û got:

Ji ber erdheja 6’ê Sibatê li Sûriyê 8,8 milyon kes mexdûr bûne.

Piraniya van kesan pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye

NY bi biryar e ku ji bo hemû gelê Sûriyê alîkariyê zêdetir bike.

Her wiha hate gotin, ji ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk nekarîn alîakriyê bikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li herêmên erdhejê pêdiviya herî lezgîn kon in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 9’ê Sibatê de nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re şand.

Tê de daxwaza vekirina Deriyê Til Koçer û sivikkirina barê aborî û mirovî ya li ser Sûriyê kir

Back to top button