EŞÎK: Divê ji bo cihkirina zarokên erdhejê lêpirsîn bê destpêkirin

Platforma Jin a Ji Bo Wekheviyê destnîşan kir ku li dijî weqfên olî bi cihkirina zarokên mexdûrên erdhejê divê tavilê lêpirsîn derbarê Wezareta Karê Diyanetê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî bê vekirin.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê, binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne.

Bertekên li dijî agahiyên ku di navbera 20 û 60 zarokên mexdûrên erdhejê li yûrdên ÎHH hatine bi cihkirin jî zêde dibin.

Platforma Jin a Ji Bo Wekheviyê got:

Di serî de li Wezareta Karê Diyanetê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî divê tavilê derbarê hemu kes û saziyên berpirsiyar de lêpirsîn bê destpêkirin.

Platformê di daxuyaniya xwe de ev yek pirsî “Bi awayekê ne zelal çend zarokan şandin saziyên ji derveyî dewletê? Dê wezaret li ser vê rewşê çi bike?

Diyaneta ku adeta veguheriye avahiya dewletê, hewl dide dewletê ber bi pergala hiquqî ya dû alî ve bikşîne.

Ji xeynî xwedî derketina li hiqûqê, mezinkirina piştevaniya civakî û têkoşîna hevpar tu riyek me nîn e.

Back to top button