Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya bi mexdûrên erdhejê dewam dikin

Li bajarên Îtalyayê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdheja li Bakûrê kurdistanê re çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Çalakiyên ji bo mexdûrên erdhejê bi tevlîbûneke xurt dewam dikin.

Bi dehan sazî, rêxistin, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî çalakiyên piştevaniyê yên li Mîlano, Bologna Parma û Sant’Ilario d’Enza yên Îtalyayê bûn.

Texrîbatên li herêmên erdhejê hatin jiyîn û rewşa mirovî ya ku derketiye holê hate vegotin û wiha anîn ziman:

Berpirsyarê sereke yê mirina bi deh hezaran mirovan dewleta Tirk e.

Alîkariyên hatine komkirin ji bo ku derbasî herêmên erdhejê bibin, ji saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistan a Îtalyayê re tên şandin.

Di çalakiyan de Tora Piştevaniya Kurdistanê li ser navê hemû pêkhateyên xwe û gelê beşdar silav kir û banga mezinkirina hevgirtinê kir.

Back to top button