YPG nasnameya 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin YPG’ê nasnameyên şervanên xwe Diyar Serêkaniyê û Gîvara Efrîn ku di dem û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasname şervanên xwe Diyar Serêkaniyê û Gîvara Efrîn eşkere kirin.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt got:

“Yek ji sala herî dijwar têkoşîna me ya li dijî terorî û çetên DAIŞ’ê sala 2014’an bû.

Di vê salê de ji herêma Cizîrê heya herêma Firatê li gund û navçeyan heta li bajaran şer hat meşandin.

Yek ji bajarê ku bi berxwedanîya xwe hat nasîn û lehengiyên mezin hatin jiyîn, bajarê Serêkaniyê bû.

YPG’ê diyar kir ku li bajarê Serêkaniyê agirê şoreşê mezin bû û got:

Rêhevalê me Diyar Serêkaniyê bi awayekî çalak cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

Navenda Ragihandin YPG’ê got, rêhevalê me Gîvara Efrîn jî li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî.

Di 19’ê Sibatê de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê şehîd bû.

Rêheval Gîvara li ser esasê parastina nirxên şoreşê tevlî nav YPG’ê bû û li gelek qadan kedek mezin da.

YPG: Hevalên me Diyar û Gîvara ji bo parastina nirxên şoreşê erkên xwe bi cih anîn

YPG’ê dawiya daxuyaniyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

Rêhevalên me Diyar û Gîvara wek bi hezaran nemir ji bo parastina nirxên şoreşê û azadiya gel, erk û berpirsyartiyên xwe bi cih anîn.

Gorî wê nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Diyar Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Elî Omer
Navê Dê: Şaha
Navê Bav: Ebdulwehab
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 28’ê Gulana 2014

Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Îmad Mihemed
Navê Dê: Hûriya
Navê Bav: Sîdo
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Sibata 2023

Back to top button