Li Helebê, ji bo gerîlayê HPG’ê Argeş Tolhildan, merasîmek hat lidarxistin. Li Dêrikê jî, 140 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Remedan Bedrî Hemkê “Argeş Tolhildan” sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayên HPG’ê konê sersaxiyê li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê veda.
Şênî, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî li konê sersaxiyê merasîmeke li darxistin.
Piştî rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin, kesên axivîn berxwedana gerîla silav kir û gotin:
Gerîla li gorî xeta Rêber Ocalan ji bo azadî û aştiyê têdikoşin, lê dewletên hegemon bi hemû çekên giran û yên qedexekirî êrişî vê berxwedanê dikin.
Lê emê bi îrade û îsrara xwe dijmin têk bibin, serkeftinê pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kir.
Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.
Li Dêrikê şehîdên meha Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li aliyê din, li navçeya Dirêkê şehîdên mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 140 cangoriyên azadiyê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de soza şopandina riya şehîdna hat nûkirin.