HÊZÊN RÊJÎMÊ DERBASÎ BAJAROKÊ XAN ŞÊXÛN BÛN

Piştî şer û pevçûnên dijwar û bi piştgiriyeke ezmanî, hêzên rêjîma Sûrî derbasî bajarokê Xan Şêxûnê bûn.
Bajaroka ku ev bû mehek şerên dijwar lê rû did, li başûrê Idlibê dikeve.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rêjîmê ji aliyê bakur-rojavayî bajêr ve derbas bûn û taxên bakur û rojhilatê wê jî kontrol kir.

Bi kontrolkirina Xan Şêxûnê re, rêjîma Sûrî riya navdewletî ya Şam-Heleb jî kontrol kir.

Her wiha herêma navbera Xan Şêxûn û riya navdewletî jî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hat birîn.

Bi vî awayî jî, riya lojîştîkê ya çeteyên Cebhet El-Nusra li bakurê Hemayê hat qutkirin.

Bi kontrolkirina Xan Şêxûnê re, komên çete ji gundên Kefer Zêta, Latamna, Morig, Lehaya û Latmên jî vekişiyan.

Derbarê kuştiyên herdu aliyan de jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku di şerê duh de, 40 çete û 25 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button