ŞERVANÊ QSD’Ê MURAD MIHDÎN LI KOBANÊ JI ALIYÊ ŞÊNIYAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Bêkes Kobanê li goristana şehîdan oxirkirin. Di merasîmê de nasnameya şehîdekî berxwedana serdemê jî hat eşkerekirin.

 

Şervanê QSD’ê Murad Mihdîn bi nasnav Bêkes Kobanê li bajarê Tebqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd wergirtin û bi karwnaekî ber bi goristana şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Desteya Erka Xweparastinê û Tevgera Civaka Demokratîk axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn tekez kirin ku dewleta Tirk hewl dide di bin navê herêma ewle de herêmê dagir bike.

Lewma li hemberî vê yekê divê asta têkoşînê were bilind kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Merwan Hesen bi nasnav Ristem Cûdî ku sala 2018’an li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd Bêkes di nava sloganan de oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button