ÇAPEMENIYA CÎHANÎ DERBEYA 19’Ê TEBAXÊ ÇAWA ŞÎROVE KIR?

Dagirkirina şaredariya bajarê mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê û erkdarkirina qeyûman cihekî taybet di çapameniyê cihanî de girt. Çapemeniya cîhanî dagirkirina şaredariya bajarê mezin ê Amed, Wan û Mêrdîn weke derbeyê bi nav kirin û diyar kirin ku Erdogan bi vê darbeyê re bi awayekî vekirî nîşan da ku ti berjewendiya wî di çareseriyeke aştiyane de tune ye. 

 

Dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û erkdarkirina qeyûman cihekî taybet di çapameniyê cihanî de girt.

Em bi Malpera EURONEWS destpê bikin.

Euronews ku bi gelek zimanan weşanê dike, gotina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku gotibû:

“Çawa erdheja 17’ê Tebaxa 1999’an di dîroka Tirkiyê de cihê xwe heye, ji aliyê siyaset û nirxên demokrasiyê yên Tirkiyê ve jî erdheja 19’ê Tebaxê xwedî cihekî taybet e.

 

Ajansa REUTERS jî şîroveya xwe bi vê rengî kir:

Piştî her sê şaredarî hatin dagirkirin, Hikumeta AKP’ê dest bi oprasyonên qirkirina siyasî kir.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku li 29 bajaran zêdeyî 400 HDP’î bûne hedefa operasyonan.

Reutersê her wiha daxuyaniyên Erdogan ên beriya hilbijartinê jî bi bîr xist.

Erdogan gotibû:

Eger HDP’ê şaredariyan bi dest bixin dema em bixwazin em ê qeyûman erkdar bikin.

 

Rojnameya Tageszeitung a li Almanyayê tê weşandin jî bi bîr xist ku Erdogan beriya hilbijartinê ragihandibû ku ‘hin siyasetmedarên li dijî polîtîkayên wî derdikevin’ bên hilbijartin jî wê ji peywirê bên dûrxistin.

Her wiha Rojnameyê got: ev mijar ji ber hilbijartinên Stenbolê hatibû teloqkirin.

 

Rojnameya Le Monde ya Fransayê nûçeyek bi sernavê ‘Zextên li Tirkiyê’ weşand û destnîşan kir ku
dagirkirina şaredariyan ‘Darbeyeke nû ye ku li dijî mûxalefetê hatiye kirin.

Her wiha Rojnameya Neue Zurcher Zeitung a Swîsreyê jî nêrîna xwe wiha da:

Erdogan bi vê darbeyê re bi awayekî vekirî nîşan da ku ti berjewendiya wî di çareseriyeke aştiyane de nîne.

 

Rojnameya Die Presse ya Awûstûryayê wêneyekî êrîşa polîsan a li dijî gelê Amedê parve kir û ragihand ku Erdogan li dijî HDP’ê hîn bêhtir tund bûye û hevşaredar ji kar dûr xistiye.

 

Rojnameya Washington Post di nûçeya xwe diyar kir ku dûrxistina şaredariyan ji peywirê piştî serketina muxalefetê pêk hat.

Malpera Bloomberg di nûçeya xwe ya International de diyar kir ku de demeke ku dewleta Tirk êrîş û zextên xwe li ser sinorê Tirkiyê li dijî kurdan zêde kiriye, şaredariya li Amed, Wan û Mêrdînê dagir kirin.

 

Di nûçeya BBC World’ê de jî nirxandina xwe wiha kir:

Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn bi piraniya dengê gel hatin hilbijartin.

Lewra divê hikumet li hember vê yekê rêzdar be.

Leave a Reply

Back to top button