LI EYN ÎSAYÊ KEHREBE 24 SAETAN TÊ DAYÎN

Komîteya Kehrebê ya Eyn Îsayê tevî derfetên kêm û zirarên ku bi salan çêbûn, 24 seatan kehrebeyê digihîne hemû malên li navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê.

 

Komîteya Kehrebê ya Eyn Îsayê di Sibata 2018`an de, şebeke û stasyonên kehrebeyê yên li navçe û gundewaran sererast kir

Stasyon bi 2 transan dixebite û elktrîkê dide stasyona ava vexwarinê.

Di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de stasyon ji sedî 90 xirab bibû.

Endama rêveberiya Navenda Kehrebeyê ya Eyn Îsa Fatime Ehmê diyar kir ew şebekeyên kehrebeyê berfireh dikin da ku kehrebe xirab nebe û bigihêje gundewarên Eyn Îsayê.

Her wiha bang li xelkê kir, ku kehrebeyê bi awayekî guncav bi kar bînin.

Leave a Reply

Back to top button