Tevgera Civaka Demokratîk dagirkirina Şaredariyên Bakurê Kurdistanê weke darbeya li dijî vîna gel û demokrasiyê bi nav kir. TEV-DEM’ê bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe, her weha bang li gel kir ku asta têkoşînê bilind bike.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê derbarê dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
TEV-DEM’ê dagirkirina şaredariyan weke derbkirina vîna gelên Bakurê Kurdistanê û projeya wan bi nav kir.
Her weha derbeya siyasî ya faşîst li dijî demokrasiyê, lê bi rêbazekî nû ye. Bi wê re jî hemû qanûn, mîsaqên navdewletî û hiqûqî binpê dike.
TEV-DEM’ê dest nîşan kir ku hikumeta AKP’ê careke din helwesta xwe der barê aştiya ku Rêber Ocalan pêşkêşkiriye sepand.
TEV-DEM’ê bi bîr xist ku hikumetê helwest û rêya herî xeternak a şerê li dijî vîna gelan hilbijart.
Ev rewş wê bi xwe re komkujî û girtinên bêserûber li dijî mafên gelê me pêk bîne.
TEV-DEM bi tundî siyasetên hikumeta AKP’ê yên ferzkirina siyasetên hovane, çewisandin û çetetî li dijî gel şermezar kir û bi vê bangê bi dawî kir:
Bang li civaka navdewletî, rêxistinên navdewletî û hiqûqê dikin ku bi erka xwe der heqê van kiryaran de rabin.
Fişarê li Tirkiyê bikin û xebata vegerandina şaredariyan ji xwediyên wan re pêk bînin.
Her wiha bang li gel dikin ku li her derê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin da ku faşîst û siyasetên wan ên hovane yên şerê vîna gel têk bibin û tecrîdê bişikînin.