REJÎMA SÛRÎ XAN ŞÊXÛN KONTROL KIR Û HERÊMÊN ÇETEYAN JEV VEQETANDIN

Piştî şer û pevçûnên dijwar û bi piştgiriyeke ezmanî, hêzên rêjîma Sûrî derbasî bajarokê Xan Şêxûnê bûn.
Bi kontrolkirina rejîmê ji vî bajarokê stratejîk re gundewarê başûrê Idlibê ji gundewarê bakurê Hemayê qut dibin.
Her weha rêya navdewletî ya Şam – Heleb jî dikeve bin destê rejîmê.
Lewre serokê Rejîma Sûrî piştî kontrolkirina vî bajarokî, yekser derket û got:
Li Sûriyê di milê leşkerî û syasî de guhertinên erênî rû didin.

Ji dema ku rejîma Sûrî agirbesta ku di encamê gera 13emîn a danûstandinên Astana derkete holê, rawestandin, operasyonên bi armanca kontrolkirina gundewarên Idlib û Hemayê dan destpêkirin.

Operasyon bi piştevaniya Rûsyaya di 5ê vê mehê de hatin destpêkirin.

Rejîmê di encam de gelek gund û bajarokên stratejîk bi dest xistin û herî dawî bajarokê Xan Şêxûn bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên rêjîmê ji aliyê bakur-rojavayî bajêr ve derbas bûn û taxên bakur û rojhilatê wê jî kontrol kir.

Bi kontrolkirina Xan Şêxûnê re, rêjîma Sûrî riya navdewletî ya Şam-Heleb jî kontrol kir.

Her wiha herêma navbera Xan Şêxûn û riya navdewletî jî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hat birîn.

Bi vî awayî jî, riya lojîstîkê ya çeteyên Cebhet El-Nusra li bakurê Hemayê hat qutkirin.

Bi kontrolkirina Xan Şêxûnê re, komên çete ji gundên Kefer Zêta, Latamna, Morig, Lehaya û Latmên jî vekişiyan.

Derbarê kuştiyên herdu aliyan de jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku di şerê duh de, 40 çete û 25 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

BEŞAR EL-ESED: LI SÛRIYÊ GUHERTINÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ YÊN ERÊNÎ RÛ DIDIN

Piştî kontrolkirina Xan Şêxûn, serokê rejîma Sûrî Beşar Esed yekser derket û da xuyakirin ku li Sûriyê ji hêla leşkerî û syasî ve guhertinên erênî çêbûne.

Xan Şêxûna 15 nêzî bajarê Mi’eret Numan e li bakur-rojavayî parêzgeha Idliba Sûriyê ye.

Ji destpêka şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de di rojevê de ye.

Her tim di nava planên leşkerî yên rejîma Sûriyê de bû.

Ev yek jî ji ber girîngiya bajarê Xan Şêxûnê.

 

Leave a Reply

Back to top button