Ebûbekir Mecîd: PKK bi riya fikrê birêz Ocalan bû hêviya azadiyê

Endamê Desteya Rêveger a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ebûbekir Mecîd derbarê komploya navnetewî de nirxandin kir.
Welatiyên navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê jî diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo di nav dilê hemû kesên azadîxwaz de ye.

Endamê Desteya Rêveger a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ebûbekir Mecîd têkildarî komploya navneteweyî û tecrîdê ji Rojnews’ê re axivî.

Ebûbekir Mecîd diyar kir ku aliyên desthildatdar ji belavbûna fikrên Rêber Ocalan ditirsin û got:

“Tevgera PKK’ê bi rêbertiya Birêz Ocalan, tevgerekî azadîxwaz û demokratîxwaze.

Di van salên dawî de, gelê Başûrê Kurdistanê zêdetir fikrê Rêber Ocalan nas kir.

PKK’e ji bo civakê bû hêviya azadiyê.

Ji ber ku fikrên rêber Ocalan xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re dike û yên felsefeya Rêber Ocalan nas kirine, mafên xwe tê de dibînin.”

Back to top button