Welatiyên herêmên hikûmetê li ser belavbûna newekhev a alîkariyan û şopandina malên zirar dîtine piştî 15 rojan di ser erdhejê re gilî dikin.
Hêzên hikûmetê bi mûşenkan gundewarê Laziqiyê topbaran kir, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin.
Di erdheja ku li Sûriyê qewimî, hikûmeta Şamê ji dewletên cîhanî ji bo mexdûran gelek alîkarî wergirt.
Lê ev alîkariya hatî wergirtin, tê dizîn û li mexdurên erdhejê nayê belavkirin.
Welatiyek li helebê ku ew karmendekî hikûmeta Şamê ye û ji bo ewlehiyê nexwest navê xwe diyar bike ji ANHA’ re qale mijarê dike.
Welatî M.E li ser rewşa piştî erdheja 6′ê Sibatê dibêje;
“Heta niha tu alîkarî nehatine pêşkêşkirin û ne cih hatiye amadekirin û ne jî betanî hatine belavkirin.”
Her wiha welatî M.E li ser şopandina malên zirar dîtî jî vê yekê tîne ziman:
“Heta niha tu kesî nehatiye mala min nedîtiye, ka ji rûniştinê re dibe yan na,
Ger kesekî te yê bi paye di hikumetê de tune be, ne pêkan e kes li te binêre. ”
Di êrişa hêzên hikûmeta Şamê de 2 sivîl hatin kuştin
Li aliyê din şerê li herêma “Bêçek” dewam dike.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan gundên çiyayê Tirkman yê li gundewarê bakurê Laziqiyê hedef girt.
Di encamê de 2 sivîlên ku li wir êzing û textik didan hev, hatin kuştin.
Li Dera bi rêbazên cuda 2 kes hatin kuştin
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li bajarokê Hesim El-Colan ya li gundewarê rojavayî Derayê jî çekdarên nenas bi guleyan kesek kuştin.
Hate diyarkirin kesê hatiyek kuştin endamekî komên çekdar ên herêmî ye.