Xeyat Surçî: Rewşa ewlekariyê li Şengalê başe û divê gel vegere cih û warê xwe

Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê a Mûsilê Xeyat Surçî da zanîn ku rewşa ewlekariyê ya li Şengalê gelek başe û divê xelkê Êzidî vegerin cih û warê xwe.

Berpirsê Ragihandina YNK a Mûsilê Xeyat Surçî derbarê vegera penaberên Şengalê ên di wargehan de ji Rojnews re axivî.

Surçî diyarkir ku heya niha gelek malbatên Şengalê yên di wargehan de vegeriyane Şengalê, lê hinek ji ber propagandayên ku rewş ne aram e dudilin û got:domand:

“Ji ber hebûna baregehên dewleta Tirk û êrişên dewleta Tirk, gel venagere.

Tevî gelê Şengalê rastî komkujiyeke mezin û koçberiyê hatiye, gef û êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê dewam dikin.

Lê rewşa Şengalê ya ewlehiya navxweyî gelekî başe û pirsgirêka ewlekariyê li Şengalê tineye, Êzidiyên koçber divê vegerin cih û warê xwe.”

Back to top button