EWLEKARIYA HUNDIRÎN NASNAMEYA 3 ENDAMÊN XWE EŞKER KIR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya 3 endamên xwe yên ku şehîd bûne, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re hat xwestin û soza şopandina xeta wan hat dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema bi erka xwe ya welatparêzî radibûn, şehîd bûn.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî, sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdan re dixwazin.

Li hemberî berdêlên ku şehîdên me di oxira têkbirina terorê li ser ax û gel de dane, bejna xwe ditewînin.

Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Bedrî El-Hemed, li Dêra Zorê ji dayik bûye, Li hesekê şehîd bû.
BEDRÎ EL-HEMED
DÊREZOR
HESEKÊ

Sêf El-Hemed, li Dêra Zorê ji dayik bûye, Li Dêra Zorê şehîd bû.
SÊF EL-HEMED
DÊREZOR
DÊREZOR

Misbah El-Xeraba, li Dêra Zorê ji dayik bûye, 18’ê Tebaxa 2019 li Qamişlo şehîd bû.
MISBAH EL-XERABA
DÊREZOR
QAMIŞLO

 

Leave a Reply

Back to top button